Li Dêrazorê 9 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di êrişeke çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî baregehên hikumeta Şamê yên li rojavayê Dêrazorê de 9 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û zêdetirî 20 jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê 9 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
2 ÇILE, 2024   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) parve kirine, çeteyên DAIŞ`ê ji çolistana Sûriyeyê êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê û Dîfa Watanî yên li çolistana Tebnî kir. 

Di encama êrişê de derdora 9 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Watanî hatine kuştin û zêdetirî 20 jî birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ’ê duh (Duşemê) êrişî baregeha leşkerên hikumeta Şamê ya li herêma Şîha ya bejahiya Tibnî ya rojavayê Dêrazorê kir. Di encamê de şer di navbera her du aliyan de derket. Ji ber şer hêzên hikumeta Şamê sewqiyateke mezin birin cihê şer. Di encama şer de parêzvanekî tankerên petrolê ya koma "Qatercî" hat kuştin, 3 birîndar bûn û yekî din hat girtin. 

(şx)