Li Japonyayê agir berbû balafireke ku 400 rêwî tê de

Li Balafirgeha Haneda ya paytexta Japonyayê Tokyoyê di balafireke rêwiyan de şewat derket. Nêzî 400 rêwî û mürettebata balafirê jê hatin derxistin.

Li Japonyayê agir berbû balafireke ku 400 rêwî tê de
2 ÇILE, 2024   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Balafirgeha Haneda ya paytexta Japonyayê Tokyoyê, di balafireke şîrketa rêwiyan a Japonyayê (JAL) de li pîstê şewat derket.

JAL'ê ragihand ku balafir piştî ku daketiye Balafirgeha Haneday, bi balafireke Parastina Peravê ya Japonyayê qelibiye.

Dezgeha weşanê JaponNHK’ê ragihand ku nêzî 400 rêwî û ekîba di balafirê de, hatine tehliyekirin.

Parastina Peravê ya Japonyayê jî ragihand ku ew raporên li ser lihevketina balafira xwe û balafira şewitî ya JAL’ê de kontrol dike.