HPG: Dagirkerek hate cezakirin

Di çalakiyên gerîla yên li Zapê de, leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin, mobesseyek hate îmhakirin. Her wiha derb li 3 çeperan hate xistin.

HPG: Dagirkerek hate cezakirin
2 ÇILE, 2024   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker, ev agahî dan:

“Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

30’ê Kanûnê di navbera saet 09.00 û 18.40’an de bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tevger bikin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

31’ê Kanûnê di saet 12.00’an bi çekên nîv otomatîk li dagirkeriyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

31’ê Kanûnê di navbera saet 14.40 û 15.40’an de bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tevger bikin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

31’ê Kanûnê di navbera saet 14.30 û 15.30’an de hêzên me yên YJA Starê mudaxeleyî tevgera helîkopterê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kirin.

1’ê Çileyê di saet 07.30, 12.00, 12.20 û 16.50’an de bi çekên nîvotomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin.

1’ê Çileyê di saet 15.00’an de bi taktîka sekvaniyê kamereyeke mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

30 û 31’ê Kanûnê 3 caran bi dronên bombebarkirî çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hatin bombebarankirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

29, 30, 31’ê Kanûnê û 1’ê Çileyê Deşta Kafya, qada Şiyê, Yekmalê, Gûzê herêma Garê 6 caran, qada Dergelê, Golka, Şêlazê ya herêma Metînayê 5 caran, qada Sinînê, Ava Lolanê, Şehîd Şerîf, Girê Rostê ya herêma Xakurkê 18 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 1 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

30’ê Kanûnê bi helîkoptera êrişê herêma Xakurkê hate bombebarankirin.

Herêmên Xakurkê, Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombebarankirin.”