Li Dêrazorê 6 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişber hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn LI Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Dêrazorê 6 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir girtin.

Li Dêrazorê 6 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişber hatin girtin
11 nîsan, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên dijî narkotîkê li kantona Dêrazorê di encama operasyoneke ewlehiyê de 6 kesên ku bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir dikrin, girtin. 

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, poerasyon roja 11`ê Nîsanê pêk hat û bi kesên girtî re madeyên hişbir, çek û cebilxane hatiye desteserkirin.