ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 4 – 2025
12 nîsan, 2025   02:00

Rewşenbîran bang li dewleta Tirk kir ku gavên cidî ber bi aştiyê ve biavêje û got "Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike. Lewre divê Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin da ku pêşengiya pêvajoya aştiyê bike.” BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Eyn Îsayê ji bo piştevaniya malbatên derfetên wan kêm û koçberan, 4 kooperatîfên çandiniyê ava kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Ev hevdîtin ku wek beşeke hewldanên Rêber Abdullah Ocalan ên diyalog û aştiyê ye, erênî û berhemdar hatin nirxandin. Hevdîtina ku tê de nêrîn û pêşniyar hatin parvekirin, di atmosfereke erênî, çêker, berhemdar û ji bo siberojê hêvîdar de derbas bû.

Di kûrahiya kantona Cizîrê de, li bakurê bajarê Hesekê, bajarokê Til Beyder bi cih dibe. Di vî bajarokî de yek ji cihên şûnwar yên herî navdar ên herêmê heye, ew jî berê bi navê “Nabada” dihat naskirin. Nabada mîrnişîneke pêşketî bû û dîroka wê vedigere nêzî 3 hezar sal berî zayînê. BI WÊNE Û DÎMEN

Koma şanoyê ya ji bajarê Siwêdayê, di Festîvala Şehîd Yekta Herekol de di lîsteka xwe de bal kişand ser pirsgirêkên jinan di dema şeran û rola wan a sereke di civakê de. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Olî ya Kongreya Islama Demokratîk li kantona Reqayê û Desteya Çand û Şûnwaran a Reqayê û Zanîngeha El Şerq, panelke bi sernavê (Nêrîna olê û rewşenbîran der barê avakirina Sûryeyeke pirrng de) li Zanîngeha El Şerq li bajarê Reqayê. (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Karwanekî şêniyên bajarê kantona Cizîrê dê ber bi bendava Tişrînê ve têkevin rê, karwan dê ji çerxerêya Panorama ya bajarê Hesekê bikeve rê. (08:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Tirbespiyê ji bo şervanê QSD`ê  Mitras merasîma xiyabî lidar dixe, li gundê Hilwa. (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Karwanê alîkariyên mirovî yên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo xelkên herêmên berav ên Sûriyeyê, dê ji deriyên Tebqayê ber herêmên hundirê Sûrtiyê ve bikeve rê. (06:00). BI WÊNE Û DÎMEN