Li Humsê di bin mercên nepen de ciwanek winda bû

Li taxa El Esed a Humsê di bin şert û mercên nepen de ciwanek winda bû. Malbata wî der barê vê windabûna ji nişka ve fikarên xwe anîn ziman.

Li Humsê di bin mercên nepen de ciwanek winda bû
12 mijdar, 2025   19:58
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê diyar kir ku ciwanê bi navê Xelîl Mehmûd Xelîl ê li taxa Esed a nêzî benzînxaneya leşkerî ya li ser rêya Hums-Şamê bi cih bûye, di saetên berbanga îro de winda bû.

Nûçegihana me ragihand ku Xelîl li herêma pîşesaziyê ya Hesyayê dixebitî, piştî karê xwe saet 01.00ˊê di berbanga îro de vegera taxa El Esed. Li gorî şahideyên hevrêyên wî, ew li ser rêya giştî ya nêzîk ji wesayîtê peya bû û bi peyatî ber bi mala xwe ve diçû ku 5 deqe meş e. Lê ji wê demê ve peywendî pê re qut bûn û tu nîşaneyên hebûna cihê wî yan jî aqûbeta wî heta vê kêliyê nîn in.

Malbata Xelîl fikarên xwe ji bo windabûna ji nişka ve anîn ziman û got wan dest bi lêgerîneke berfireh kiriye; ji hevalên wî, xwediyê kar ê li herêma Hesyayê pirsî ne û aliyên berpirs agahdar kirine. Lê li gel van hemûyan tu agahî tun ne.

(ac/fr)

ANHA