Li Dêrazorê 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di operasyonek dijî şaneyên DAIŞ’ê de 11 çete girtin.

Li Dêrazorê 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
8 kanûn, 2024   10:03
DÊRAZOR

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê piştî aloziya ku li tevahiya Suriyeyê belav bû, bi armanca pêşîgirtina liv û tevgera şaneyên DAIŞ’ê û ewlekariya herêmê hêzên xwe li navenda bajarê Dêrazorê û derdora wê bicîh kiribûn. 

Piştî bicîhbûna li bajar, hêzên meclisê dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin. Di operasyona ku duh pêk hat de, 11 çete hatin girtin. Li gel çeteyan gelek çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.

Li herêmê tedbîrên ewlekariyê tên zêdekirin.

(ekip/a)

ANHA