Li DêrazorêˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist

Di çarçoveya propagandaya hilbijartinê ya ji bo hilbijartinên şaredariyan de li kantona Dêrazorê ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist.

Li DêrazorêˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist
Li DêrazorêˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist
Li DêrazorêˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist
Li DêrazorêˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist
Li DêrazorêˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist
Li DêrazorêˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist
Li DêrazorêˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist
Li DêrazorêˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist
27 gulan, 2024   18:48
DÊRAZOR

ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo azadiyêˊ ya beşdarî hilbijartinan dibe li kantona Dêrazorê ji bo nasandina namzet û bernameya xwe şahiya propagandaya hilbijartinê organîze kir. 

Şahî li qada Yekitiya Civaka Demokratîk a li herêma Seba Kîlo hat lidarxistin. Di şahiyê de xelkê Dêrazorê, nûnerên meclisên sivîl, herêmê, partiyên siyasî û hêzên leşkerî yên kantonê beşdar bûn.

Di şahiyê de endama Koordînasyona Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim axivî û got: "Em bixêrhatina beşdaran di vê roja mezin de ku jin ji hemû pêkhateyan kom bûne dikin. Em îro dîrokeke nû ku tê de tije hêviyên gavên nû û destpêkeke nû heye û rûberan ber bi rêya serkeftinê ve kurt dike, tomar dikin."

Şehrezad wiha domand: "Bi rêgezên jiyana hevbeş em ê ji nû ve jiyana civakî bi nirxên azadî û wekheviyê ava bikin. Em ê van nirxan biparêzin û bikin mayînde. Armanca me ya bingehîn dê hevserokatî û nûnertiya wekheviyê be da ku mafên jinan were parastin. Şaredariyên serbixwe bibe misogeriya mafan û rêveçûna edalet û wekheviyê ji bo tevahî beşên civakê."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Dêrazorê Samir El Şemerî axivî û got: "Ev rojeke dîrokî ye. Em kesê/a guncaw hildibijêrin. Em Partiya Sûriya Pêşerojê tevî hevalbendên xwe em ê xizmetguzariyên baş pêşkêş bikin. Em ji namzetên xwe dibêjin dengê van welatiyan berpirsiyarî ye."

Dûre namzetên tifawê li ser dikê sekinîn û xwe da nasîn û gotin ew ê layiq baweriya gel bin û dê ji bo geşbûna herêmên xwe hemû hêza xwe bidin û bar li ser xelkê Dêrazorê sivik bikin.

(fr)

ANHA