KCDK-E: Xwedî li çalakiya Nobeta Azadiyê derkevin

KCDK-E’yê got, “Faşîstan êrîşî Nobeta Azadiyê kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li çalakiyê derkevin.”

KCDK-E: Xwedî li çalakiya Nobeta Azadiyê derkevin
27 gulan, 2024   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên faşîst êrişî “Nobeta Azadiyê” kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda Îmraliyê ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin.

Hate hînbûn ku êrişkar dema çalakvan ne amade bûn tabelayên li cihê çalakiyê şikandine û piştre reviyane.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkîldarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî da û banga xwedîderketina li Nobeta Azadiyê kir.

Daxuyaniya KCDK-E’ê wiha ye:

 “Bi pêşengtiya Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ‘Nobeda Azadiyê’ bi biryardarî dewam dike.

Di 27’ê Gulanê de ji aliyê komên faşîstên Tirk ve êrîşê Nobeta Azadiyê hate kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo û li dijî komploya navneteweyî girîng e.

Helwesta êrîşkar û polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên hikûmeta Fransayê ku li dijî Têkoşîna Azadiya Kurd didomîne, cesaretê da komên faşîst. Eşkere ye ku ev êrîşa li dijî “Nobeta Azadiyê” ku wê roja 25’ê Hezîranê sala xwe ya 12’emîn temam bike, bi helwesta Frasayê re girêdayî ye.

Bi vê wesîleyê em KCDK-E’ê bang li hikûmeta Fransayê dikin ku li dijî provakasyonan helwest bigire, her wiha bang li gelê xwe dikin ku bi girseyî xwedî li Nobeta Azadiyê derkevin ku 12 sal in didome û provakasyonan vala derxin.”