Li Derayê êriş: 3 kes hatin kuştin

Li bakurê Derayê çedkarên nenas êriş endamên şaxê îstixbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de yek ji wan hate kuştin û yek din birîndar bû. Her wiha di şerê li dû bûyerê rûdaye de, 2 şênî jî hatin kuştin.

Li Derayê êriş: 3 kes hatin kuştin
30 gulan, 2024   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku çekdarên nenas li bajarokê Mehce yê bakurê Derayê 2 endamên îstixbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê hedef girtin. Di encamê de yek ji wan hate kuştin û yek din jî birîndar bû. Dûre şer derket.

Malpera "Dera 24" diyar kir ku di wî şerî de ciwanê bi navê Nîzar Besam El Cedan û welatiyekî din hatin kuştin.

(mh)