Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe ku li Hesekê şehîd bûye, aşkera kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
30 gulan, 2024   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku di 23'yê Gulanê de li Hesekê şehîd bûye, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ebduezîz El Ezîz de dema li ser erka xwe bû di encama kirîza dil de, şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Ebdulezîz Ezîz

Navê bav: Hesen

Navê dayikê: Kafe

Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê 17/02/2016

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 23/05/2024

Di berdewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Ebdulezîz re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armanca wan û avakirina civakeke aram û ewle hat dayîn.

(mh)