Li Derayê cenazeyê welatiyekî hate dîtin

Li gel tevliheviya ewlehiyê û zêdebûna bûyerên kuştinê, cenazeyê welatiyekî li Derayê hate dîtin. Li ser cenaze şûnên guleyan hene.

Li Derayê cenazeyê welatiyekî hate dîtin
21 mijdar, 2023   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera ‘Dera 24’ li devera di navbera bajarokê El Mizêrîb û bajarê Tefes de li rojavayê Derayê, cenazeyê welatiyê bi navê Mihemed Xalid Xemîs hate dîtin. Li ser cenaze şûnên guleyan hene. 

Her wiha yekşemê li nêzî bajarokê Mizêrîb çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, gule avêtin ciwanê bi navê Ebdullah Elî Şihade. Şihade ji ber birînên xwe dûre jiyana xwe ji dest da.

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka salê ve li Derayê 456 362 kes hatine kuştin ku piraniya wan welatî û endamên hêzên hikumeta Şamê ne.

Ji hejmara zêde ya bûyeran, diyar dibe ku hikumeta Şamê nikare ewlehiya li herêmê kontrol bike, nemaze ku li Derayê 2 hewldanên lihevkirinê kirin; a yekê sala 2018`an û ya duyemîn 2021`an bû.

Li gorî çavdêran, hikumeta Şamê bi israra xwe di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de li gorî zîhniyeta xwe, paşguhkirina rewşa jiyanî û nerazîbûnên gel li hember wê, roleke neyînî dilîze. Ev helwesta xemsar a hikumeta Şamê dibe ku rewşê girêktir bike ku nîşaneyên wê li Siweydayê xuya bûn. Xelkê Siweydayê derketina xwepêşandanan û banga çareseriya siyasî li gorî biryara 2254’an a NY’yê û hilweşandina rejîmê dike.

(şx)