Komîteya erebî-îslamî li Moskovê ye

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergay Lavrov îro bi hejmareke wezîrên karên derve yên welatên Ereban û nûnerên Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî re li Moskovê dicive. Her du alî dê rewşa Xezayê gotûbêj bikin.

Komîteya erebî-îslamî li Moskovê ye
21 mijdar, 2023   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova daxuyand ku beşdarên civînê dê rewşa Xezayê gotûbêj bikin.

Tê destnîşankirin ku ev hevdîtin li gorî biryara ku di lûtkeya Riyadê de têkildarî rewşa Xezayê hatiye dayîn, pêk tê.

Komîteya Wezîran a di encama lûtkeya erebî-îslamî ya li Riyadê de derketiye, beriya Moskovê çûbû Çînê û rewşa Xezayê nîqaş kiribû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller duh têkildarî civîna wezîrê karên derve yê Çînê û komîteya wezîran gotibû ku Amerîka rola Çînê ya li Rojhilata Navîn erênî dinirxîne.

Çaverê ye ku komîte di çarçoveya hewldanên ji bo rawestandina şerê Hemas-Îsraîlê de, serdana welatên din ên endamên Konseya Ewlehiyê ya NY`yê jî bike.

(c)