Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bike, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir
21 mijdar, 2023   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan ê tecrîdkirî bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.