Li Siwêdayê di navbera komên xwecih û hêzên Şamê de şer derket

Xelkê Siwêdayê li hember danîna bendeke nû ya kontrolê li têketina bakurê bajêr hers û nerazîbûna xwe nîşan da. Bi wê re di navbera komên xwecih û saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de şer derket.

Li Siwêdayê di navbera komên xwecih û hêzên Şamê de şer derket
23 hezîran, 2024   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Siwêdayê, di encama guleavêtina navbera komên xwecih û saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de şer û tevliheviyeke mezin çêbû. Ev şer, piştî hêzên Şamê bendeke nû ya kontrolê ku îro li têketina bakurê bajêr danîne û xelkê banga vekişînê kir, pêk hat.

Li kêlek wê jî dengên guleavêtinê li nêzî Çerxerêya Basil û Çerxerêya Enqod ên li navenda Siwêdayê hatin bihîstin.

Şêniyan bang li hêzên Şamê kir ku benda kontrolê ya li Çerxerêya Enqod vekişin û benda kontrolê rakiin û leşkerên xwe vekişînin nuqteyan.

Hemwextî kombûna endamên komên xwecih û anîna erebeyên doçka li ser li Çerxerêya Basil, bi dehan xwepêşander jî kom bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên Şamê bendeke nû ya kontrolê li nêzî Çerxerêya Enqod li têketina bakurê bajarê Siwêdayê daniye, her wiha tankek, 2 erebeyên bo hilgirtina leşkeran û Foca Hêzên Taybet 44 li ser rêya Qenewat û li têketina bajêr bi cih kirin.

(mh)