Li Darfûrê yê Sûdanê êriş: 15 kes mirin

Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, li bajarê El Faşerê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş li qadeke bazarê hate kirin. Di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn.

Li Darfûrê yê Sûdanê êriş: 15 kes mirin
24 îlon, 2025   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Darfûrê êrişên yekser ên li hemberî sivîlan dewam dikin. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û xwecihî, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku rewşa 3 ji birîndaran giran e. Çavkaniyek ji nexweşxaneya bajêr û komîteyên berxwedanê yên xwecihî êriş piştrast kirin.

Li gorî "Komîteyên Berxwedanê yên Faşerê", êriş ji aliyê hêza paramîlîter Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) ve hate kirin û di encamê de ji kuştî û birîndaran 27 bûne qurban. Komîteyan êriş weke 'komkujiyê' pênase kir.

El Faşer ji Gulana 2024'an û vir ve dorpêçkirî ye û li Darfûrê bajarê herî mezin ê dawî ye ku di destê artêşê de maye.

DI ÊRIŞA LI SER MIZGEFTÊ DE HERÎ KÊM 75 SIVÎL HATIBÛN KUŞTIN

Hefteyên dawî li herêmê êriş zêde bûn. Di 19'ê Îlonê de jî li hemberî mizgefteke li El Faşerê êriş bi droneyê hatibû kirin û herî kêm 75 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kiribû ku di êrîşê de 11 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, di navbera 17-19'ê Îlonê de tenê li derdora El Faşerê 7.500 kes ji cih û warê xwe bûn. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê li welêt û pê ve jî 9.8 milyon mirov neçar man malên xwe biterikînin, 4.3 milyon Sûdaniyan xwe li welatên cîran girtin.