Kongreya Îslama Demokratîk banga yekitî û jiyana hevbeş kir

Kongreya Îslama Demokratîk di civînekê de ku li bajarê Til Temrê hat lidarxistin, der barê siberoja Sûriyeyê de diyar kir ku tenê diyalog û dûrketina ji gotara nefretê rêya çareserkirina aloziyan e.

24 îlon, 2025   14:03
HESEKÊ

Civîn li Hola Kinêr a li navenda bajêr bi amadebûna şêniyên bajêr, endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, rêveberê Komîteya Rêxistinî ya Kongreya Îslama Demokratîk, Mustafa Ebdo rewşa siyasî ya li gorî nêrîna Kongreya Îslama Demokratîk bi berfirehî şîrove kir. Ebdo banga bilindkirina hişmendiya civakê û dûrketina ji gotara nefretê kir.

Hevseroka Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Hesekê Xilûd Ebdo jî diyar kir ku divê gel beşdarî jiyana siyasî û civakî bibe û da zanîn ku ev yek dê bibe garantiya rastîn ji bo pêkanîna aramiyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk.

Endamê Rêveberiya Kar û Barên Mizgeftan a Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Hesekê Şêx Ehmed El Casim jî bal kişand ser aliyên olî û exlaqî li hember alozî û pirsgirêkan û diyar kir ku ola Îslamê li ser edaletê ava bûye, ne li ser nakokî yan tundrawiyê.

Di dawiya civînê de beşdaran diyar kir ku çareserkirina hemû aloziyên heyî yên li Sûriyeyê tenê bi rêya yekitî, hevgirtin û diyalogê dikare pêk were.

(k)