Li Cizîrê tedbîrên ji bo sînordarkirina bêserûberiya erebokên sotemeniyê

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê di çarçoveya hewldana xwe ya pêşxistina çavdêrî û parastina welatiyan ji keysbazî û lîstina bi sûka sotemeniyan, gelek tedbîr girtin.

Li Cizîrê tedbîrên ji bo sînordarkirina bêserûberiya erebokên sotemeniyê
29 hezîran, 2025   22:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya birêkûpêkkirina firotina sotemenî û dîsplînkirina muxalefetan de Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê bi aliyên eleqedar re civînek berfireh organîze kir. Ev civîn li gorî biryarnameya 15’an a hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

Di civînê de nûnerên Rêveberiya Giştî ya Gumrikê, Rêveberiya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Sotemeniyê ya kantona Cizîrê, Desteya Hundirîn, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Daîreya Parastinê amade bûn. Di civînê de makanîzmayên bicihanîna biryara girêdayî erebokên (baste) bêserûber ên sotemeniyê, ku sotemeniyê bi awayekî derqanûnî difiroşin, hatin nîqaşkirin.

Di civînê de ev biryar hatin dayîn:

Hefteyek ji firoşkarên sotemeniyê yên bêserûber re hat dayîn ku rewşa xwe sererast bikin, ku ev jî dema dawî ye.

Avakirina komîteyek taybet ji bo şopandina rewşa van erebokan û şopandina pabendiya wan.

Avakirina komîteyekê ji bo çavdêriya stasyonên sotemeniyê, ji bo misogeriya belavkirina adilane û pabendbûna bi tedbîrên qanûnî.

Ev tedbîr, di çarçoveya hewlên Rêveberiya Xweser ên pêşxistina çavdêrî û parastina welatiyan ji keysbazî û lîstina sûka sotemeniyê de, pêk tên.

(mh/fr)

ANHA