Îsraîlê mezintirîn tora Hemasê li Difa Xerbiyê bê bandor kir

Saziya Ewlekariya Giştî ya Îsraîlê (Shin Bet) îro ragihand ku wê mezintirîn toreke girêdayî Hemasê li Difa Xerbiyê bê bandor kir.

Îsraîlê mezintirîn tora Hemasê li Difa Xerbiyê bê bandor kir
29 hezîran, 2025   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Ewlekariya Giştî (Shin Bet) a Îsraîlê ragihand ku wê li bajarê Xelîl ê başûrê Difa Xerbiyê, di çalakiyên rojane yên 3 mehên borî de zêdetirî 60 gumanbar girtine.

Sih Bet’ê diyar kir ku torê plan dikir li dijî Îsraîl û Difa Xerbiyê êrişan pêk bîne. Shin Bet’ê aşkera kir ku li gel torê, di bin erdê de çek, bombe û mîqdareke mezin ji cebilxaneyan hatin dîtin û desteserkirin.

Tê gotin ku endamên torê li ser bikaranîna çekan hatine perwerdekirin, bombe çêkirine û der barê armanckirina Îsraîlê de agahî kom kirine.

(mh/fr)