Li Cizîrê sibe karname li xwendekaran tên belavkirin

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Cizîrê sibe karnameya werza yekemîn 2025/2026 li xwendekarên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê belav dike.

Li Cizîrê sibe karname li xwendekaran tên belavkirin
Li Cizîrê sibe karname li xwendekaran tên belavkirin
Li Cizîrê sibe karname li xwendekaran tên belavkirin
Li Cizîrê sibe karname li xwendekaran tên belavkirin
Li Cizîrê sibe karname li xwendekaran tên belavkirin
10 adar, 2026   16:37
QAMIŞLO

Werza yekemîn a xwendinê ya sala 2025/2026ˊan di 25ˊê Çileyê de bi dawî bû, dihat payîn ku di navbera 20 û 25ˊê heman mehê de karname dibistanê li dibistanên herêma Cizîrê bihatana belavkirin. Lê proseya belavkirinê, ji ber hewandina koçberên ku ji ber êrişên komên hikumeta demkî neçar mane herêmên xwe biterikînin û li dibistanan werin bicihkirin, dereng ma. 

Girêdayî heman mijarê, wê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Cizîrê bi hevkariya gerînendetiyên perwerdê yên li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê û Çilaxa sibe dest bi belavkirina karnameyên dibistanê li xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî bikin.

Hejmara xwendekarên li Qamişlo û gundewarê wî nêzî 36 hezarî ye, li 115 dibistanan perwerdê dibînin, wê sibe li her dibistanekê xwendekarên karnameyên xwe wergirin. Niha jî li 101 dibistanên Qamişlo û gundewar wî koçber hene.

Li bajarê Tirbespiyê jî, karname li 14 hezar û 676 xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî tên belavkirin û li 119 dibistana perwerdê dibînin.

Li Çilaxayê jî xwendekar li 9500 xwendekarên ku di 64 dibistana de perwerdê dibînin karname werin belavkirin.

Li Girkê Legê wê li 11 hezar û 618 xwendekarên her sê qonanxan ku li 55 dibistanan dixwendin, karname werin belavkirin.

(fr)

ANHA