Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê

Pêkhateyên bajarê Çilaxa û koçberên ji Efrîn-Şehbayê bi meşekê piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman.

Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Çilaxayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
16 kanûn, 2024   15:19
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê yên Kurd, Ereb û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê bi meşeke girseyî piştgirî da QSD`ê.

Girseyê ji Çerxerêya Jinê ya li rojavayê Çilaxa dest bi meşê kir. Di meşê de alên QSD û Rêveberiya Xweser hatin hildan. Pankartên "Em hemû QSDˈê ne", "Bi hemû pêkhateyên xwe re li dijî qetilkirin û koçberiyê ne" û "Dest bi dest bi QSDˈê re" hatin vekirin.

Girse di nava kolanên bajar re meşiya û li Çerxerêya Şehîd Mahsûm sekinî. Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Însiyatîfa Gel a Çilaxayê Salih Sefo bal kişand ser berxwedana gelê herêmê û got: "Berxwedana gelê herêmê ya li hemberî rejîma zordest a Baasê bi ketina wê tacîdar bû. Pê re jî despotîzm û kiryarên wê yên sûcdar ên li dijî gelê Sûriyeyê bi taybet gelê Kurd, bi dawî hatin."

Salih Sefo di dewama axaftina de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em hewl didin Sûriyeyeke nû ya demokratîk ava bikin, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destkeftiyên me yên 14 salan ku bi keda bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, dike armanc. Dixwaze fitne û nakokiyan di navbera gelên welatekî de çêbke. Meşa me ya pêkhateyên Ereb û Kurd nîşaneya têkiliyên me yên bihêz e. Ev meş jî peyamek e ku kes nikare hevgirtina me têk bibe. Li hemberî êrişan, em ê li kêleka şervanên xwe di çeperên berxwedanê de şer bikin. Em soz didin em ê projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan biparêzin heya ku Sûriyeyeke demokratîk ava bibe."

Meş bi berzkirina dirûşmên "Em hemû QSD ne", "Bijî berxwedana gelan" û "Bijî berxwedana QSDˈê" bi dawî bû.

(bb)

ANHA