Şehîd Ehmed El Mele li Til Hemîsê hat oxirkirin

Şervanê QSDˈê şehîd Ehmed Mihemed El Mele bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Til Hemîsê hat oxirkirin.

Şehîd Ehmed El Mele li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Mele li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Mele li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Mele li Til Hemîsê hat oxirkirin
Şehîd Ehmed El Mele li Til Hemîsê hat oxirkirin
16 kanûn, 2024   14:52
QAMIŞLO

Şervanê QSDˈê Ehmed Mihemed El Mele ku 8ˈê Kanûnê dema erka xwe bi cih dianî li Dêrazorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Til Hemîsê hat oxirkirin. Endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran û girseyeke mezin a şêniyên bajarê Til Hemîsê beşdarî merasîmê bû.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, ji fermandarên QSDˈê Salar Elî axivî û li dijî êrişên li ser herêmê banga kombûna li derdora hêzên parastinê kir. Salar Elî behsa kedan şehîdan a ji bo ewlehiya herêmê kir û soza şopandina xeta wan da.

Ji rêveberên Saziya Olî ya bajarê Til Hemîsê Mutez El Enter jî anî ziman ku şehadet cihê serfiraziyê ye.

Piştî axaftinan hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Salih El Xelef wesîqeya şehîd Ehmed Mihemed El Mele xwend û da malbata wî.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(bb)

ANHA