Li Bakur 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê'

Girseya beşdarî “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” bû, ji pêşiya avahiya DBP’ê ya bajar ber bi Qada Şêx Seîd ve dimeşe.

Li Bakur 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê'
16 kanûn, 2024   15:24
NAVENDA NÛÇEAYN

Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de starta “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” hate dayin. Di vê çarçoveyê de dê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş were lidarxistin.

 Girse li pêşiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê kom bû. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endamê MYK’a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên navçeyan, parlamenter û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.

 Şandeya ku dê biçe Enqereyê pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” li xwe kirin. Girseyê dovîzên “Çareseriya demokratîk, welatê demokratîk”, “Em ji bo çareseriyê biisrar in, dê azadî bi ser keve” û “Jin, jiyan, azadî” hilgirtin.

 Girseyê tililî avêt û bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana gele Kurd” ber bi Qada Şêx Seîd ve dimeşe.