Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê

Meclisa bajarê Çilaxa û bajarokên wê yê kantona Cizîrê rêzecivînên bi armanca piştgiriya QSDˊê û berxwedana li hember êrişên ku yekbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê dikin armanc li dar xist. Di civînan de hat gotin ku ji bo pêwîstî bi rêxistinkirina bi rêya komînan û hevgirtina bi QSDˊê re heye.

Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê
Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê
Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê
Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê
Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê
Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê
Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê
Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê
Li Çilaxayê civînên bi armanca piştgiriya QSDˊê
6 mijdar, 2025   22:18
QAMIŞLO

Meclîsa bajarê Çil Axa û bajarokên wê yê li kantona Cizîrê, bi armanca piştgirî û destekdayîna berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember êrişên ku hewl didin yekitiya pêkhateyan armanc bigirin, dest bi lidarxistina civînên ji gel re li komînan kir. 

Ajansa me yek ji van civînan li gundê Xerbê Cihûya yê bajarokê Kişkê yê gundewarê herêma Aliyan a li Çilaxa şopand. Di civînê de girseya gel amade bû. Di civînê de hevseroka Meclisa Şaredariya Kişkê Meha Tahlo axivî û destnîşan kir ku ji dema ku "Heyet Tehrîr El Şam" desthilat bi dest xistiye ve, parçebûna di nava pêkhateyên Sûriyeyê de zêde bûne û ji bo pêkanîna berjewendiyên dewletên hegemon weke Tirkiyeyê hin pêkhate rastî qirkirinê hatin.

Meha Tahlo destnîşan kir ku yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya projeya neteweya demokratîk pêk hat û QSD di parastina ewlehî û aramiya herêmê de bi ser ket. Meha anî ziman ku "Hewlên têkbirina vê projeya niştîmanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna didomin. Dixwazin QSDˊê têk bibin û fitneyan derdixin."

Di dawiya civînê de, beşdaran diyar kir ku heya ku pêkhate bi rêya komînan xwe aktîv û çalak dikin dê li hember hemî hewlên şerê taybet bibin mertalên xurt û bi wê yekê dê yekitî û hevgirtina gelan li kêlek QSDˊê were parastin.

(ac/fr)

ANHA