Li Çilaxayê 100 malbat ji xizmetguzariyê mehrûm in

Li Çilaxayê zêdetirî 100 malbatan malên xwe ava kirine, lê ji ber ku navçeya wan bi fermî ne girêdayî bajar e, ew ji gelek xizmetên bingehîn mehrûm mane. Malbatan ji Şaredariya Çilaxayê daxwaz kir ku herêma wan bi bajar ve were girêdan û pêdiviyên bingehîn ên wekî av, elektrîk û rê bêne dabînkirin.

Li Çilaxayê 100 malbat ji xizmetguzariyê mehrûm in
Li Çilaxayê 100 malbat ji xizmetguzariyê mehrûm in
Li Çilaxayê 100 malbat ji xizmetguzariyê mehrûm in
Li Çilaxayê 100 malbat ji xizmetguzariyê mehrûm in
Li Çilaxayê 100 malbat ji xizmetguzariyê mehrûm in
25 tîrmeh, 2026   06:08
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li ser rêya gundên herêma Aliyan a li bakurê bajarê Çilaxayê 100 malbatan malên xwe lê kirine. Ew ji aliyê îdarî ve bi Komîna Taxa El Medresa ve girêdayî ne. Sala 2012`an şêniyên başûrê bajarê Çilaxayê ji ber komên çekdar ketin gundên wan, neçar man ji gundên xwe koçber bibin. Malbatên koçber ji wê demê ve li ser rêya gundên Aliyan ên bakurê bajarê Çilaxayê erdên çandiniyê kirîn. Piştre jî mal lê kirin û niha derdora 100 malbat lê hene, lê li gorî plansaziya rêxistinî ya şaredariyê ew malbat ne girêdayî bajarê Çilaxayê ne. Ji ber vê yekê ev bi salan e ku ji xizmetguzariyê mehrûm in. Şebekeyên ava vexwarinê, elektrîkê û kanalîzasyonê hîna nehatine dayîn û li gel wan rê nayên zîftkirin.

Ew malbat ava xwe ya vexwarinê ji xeta avê ya El Sefan digirin, elektrîka hemû malbatan nîn e, yên elektrîka wan heye, ji xwe re tabeleyên enerjiya rojê danîne lê malbatên dîtir ew derfetên wan nîn e ku tabeleyên enerjiya rojê deynin.

Ji bo pirsgirêka kanalîzasyonê jî kort kolandine. Lê di demsala havînê de bêhn bi wan kortan dikeve.

Welatiyê bi navê Ehmed Hilo Mela ji ajansa me re axivî û got: "Em neçar man ku erd li vir bikirin û malên xwe lê bikin. Ji ber ew derfeta me nebû ku em li taxên bajêr mala û erdan bikirin. Ev nayê wê wateyê ku me ji hemû mafên me mehrûm bikin. Em ji şaredariyê dixwazin ku pîlansaziya xwe ya rêxistinî fireh bikin û em jî têkevin nava pîlansaziyê da ku pêdiviyên me yên xizmetguzariyê pêk bînin."

Seed El Ehmed jî got: "Gelekî pêdiviya me heye ku pîlansaziya rêxistinî fireh bikin û jî têkevin ser bajarê Çilaxayê. Em zêdetirî 100 malbatî ne û ev bi sala ye em di vê rewşê de ne. Şebekeyên me yên ava vexwarinê, elektirîkê û kanalîzasyonê tine ne, ji ber vê em zehmetî dibînin. Bi taybet di havînê de em ji ber bêhnê gelekî tengav dibin. Em bi hêvî ne ku aliyên têkildar pêdiviya me pêk bînin. "

Hevşaredarê Çilaxayê Feysel Hesen ji bo vê pirsgirêkê wiha axivî: "Ji bo ku em plansaziya rêxistinî ya bajar fireh bikin, divê em ji bo vê mijarê komîteyeke taybet ava bikin. Lê ji ber entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên hikumeta demkî didome, em niha nikarin vê komîteyê ava bikin. Şaredarî vê dosyayê dişopîne û piştî komîte hate avakirin em ê dest bi firehkirina plansaziya rêxistinî ya bajarê Çilaxayê bikin."

(np)

ANHA