Derhênera jin bi rêya dikê bêdengiya civakê dişikîne

Nivîskar û derhêner Fatma Ehmed bi rêya şanoyê pirsgirêka zayendperestiyê tîne ser ziman û bale dikişîne ser rewşa jinan.

Derhênera jin bi rêya dikê bêdengiya civakê dişikîne
Derhênera jin bi rêya dikê bêdengiya civakê dişikîne
Derhênera jin bi rêya dikê bêdengiya civakê dişikîne
Derhênera jin bi rêya dikê bêdengiya civakê dişikîne
25 tîrmeh, 2026   03:55
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Fatma Ehmed bi şoreşa Rojava (2012) re dest bi nivîsandina şanoyê kir û bû derhêner. Fatma bi rêya şanoyê şert û mercên şer, koçberî û pirsgirêkên civakî tîne ser ziman.

Ew ji bajarê Serêkaniyê ye. Bavê wê şanoger Fewaz Ehmed e û ew xebatkarê Koma Tolhildan a Hesekê bû. Di destpêka salên 1990’î de Fewaz Ehmed tev li Koma Tolhildan bû. Fatma Ehmed jî ji bavê xwe fêrî şano bû.

Fatma rêwîtiya xwe ya şanoyê ji Navenda Çand û Huner a Serêkaniyê dest pê dike. Senaryoyên şanoyên zarokan dinivîse. Piştî ew di şer de neçar ma ku ji warê xwe koçber bibe Fatma dibe derhêner. Cara yekemîn dibe derhênera şanoya bi navê `Diziya Baxçeyan`. Di vê şanoyê de behsa rewşa zarokan di şer û koçberiyê de dike.

Fatma Ehmed di destpêka xebata xwe ya hunerî de girîngiyê dide rewşa jinan û pirsgirêkên wan tîne ziman. Bi taybet di êrişa li ser bajarê wê Serêkaniyê û koçberiyê de dît ku jin gelekî êşan dikişînin. Her wiha Fatma dibêje jinên Rojava ji hemû jinên cîhanê cudatir in. Di şoreşê de berpirsyariyeke giran rakirin, di aliyên civakî, aborî, siyasî, leşkerî û çandî xwe bi rêxistin kirin û bûn xwedî îrade.

Fatma Ehmed niha li Navenda Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Hesekê dixebite. Berî 6 salan Koma Şehîd Darsî ya Şanoyê ava kir. Koma Şehîd Darsî ji 9 jinan pêk tê û di xebatên şanoyê de gihaştine asteke baş.

Fatma Ehmed got huner hêzeke çandî ye û wiha lê zêde kir: "Pênûs û şano jî aracên parastina mafên jinan û vegotina têkoşîna wan e. Şano jinan perwerde dike û hemû pirsgirêkên wan tîne ziman. Her wiha bêdengiya jinan li hemberî zayendperestiyê dişkîne. Em di şanoyên xwe de hemû pirsgirêkên civakî bi tînin ser ziman û li çareseriyê digerin. Ez dixwazim jin ji xwe bawer bin û ji bo armancên xwe tê bikoşin.”

Di dawiyê de Fatma Ehmed got berî şoreşa Rojava şano tenê di munasebatan de pêşkêş dikirin, lê ew niha di çalakî û festîvalan de şanoyê pêşkêş dikin û ew tev li Festîvala Yekta Herekol, Mîtan û Berçem bûne.

(np)

ANHA