Endamê Polîtburoya YNK’ê Mahmûd: Mijara herî girîng avakirina eniyeke Kurdistanî ye

Endamê Polîtburoya YNK’ê Salar Mahmûd, da diyar kirin ku di vê pêvajoyê de mijara herî girîng, li ser pirsgirêkên hevpar, bi feraseta nîştîmanî eniyeke Kurdistanî ji bo her çar beşên Kurdistanê avakirine.

Endamê Polîtburoya YNK’ê Mahmûd: Mijara herî girîng avakirina eniyeke Kurdistanî ye
25 tîrmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Li Rojhilata Navîn alozî û şerê desthilatdariyê roj bi roj kûr dibe. Di nav hêzên herêmî û navneteweyî de, bandora geşedanan li ser gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê jî girantir dibe. Endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) Salar Mahmûd têkildarî rewşa dawî ya Kurdistanê pirsên ajansa me bersivandin.

*Hûn rewşa siyasî û ewlehiyê ya her çar parçeyên Kurdistanê çawa dinirxînin? Têkiliyên di navbera wan de çine?

Piştî Peymana Lozanê bi 100 sal in, rewşa Rojhilata Navîn aramî çênebûye Yek ji sedemên sereke yên wê nearamiyê, binpêkirina mafên Kurdan û nenaskirina rastîn a rêje û girîngiya Kurdan bû.

Lê niha rewş hatiye guhertin; Kurd li du beşên Kurdistanê xwedî xwebêveberiya de facto ne.

Li Herêma Kurdistanê pergale wî ya federal heye û Serokkomarê Iraqê Kurd e, ev guherîneke dîrokî ye.

Li Rojavayê Kurdistanê xwerêveberî heye û şervanan karîn DAIŞ têk bikişînin; jin li Rojava bûn sembola azadiyê û Kobanê li hember tundrawî û terorê bû kela berxwedanê.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê pêvajoya aştiyê dest pê kiriye, em vê wekî derfeteke girîng dibînin ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û gelên din jî li hundirê Tirkiyeyê.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştevaniya pêvajoya aştiyê dike û ji serdema Serok Mam Celal heta niha, hewldanên Yekîtiyê yên ji bo aştiyê û piştevaniya çareseriyê wekî beşek ji xebata neteweyî dibînin. Em dixwazin Serok Ocalan di vê pêvajoyê de xwedî rolekî bêtir be û ji bo ku aştî çêtir bi ser bikeve, azadkirina Ocalan wekî guherîneke girîng di pêşveçûna pêvajoya aştiyê de dibînin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî piştî şoreşa civakî ya Jîna, pêşketin tê dîtin.

Di niha de hevkêşeya Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareserî û pêşketinê bi xwe ve nabîne. Kurd faktora pêşketin û serbilindiyê ne û yek ji neteweyên mezin û xwedî şaristaniyê yên mirovahiyê ne.

*Di van mijaran de herî zêde kîjan aktorênsereke yên heremî û navneteweyî bandora xwe heye? Berjewendiyên wan çi ne?

Meseleya Kurd ku Kurdistanê dabeş kir, belê gelê me dabeş kirin. Lê îro Kurd hemû yek e.

Rewenda Kurdî li derveyî welat ku lê dipirsî dibêjî tu kî yî? Li ser vê bersivê dibêje ez Kurd im, xelkê Kurdistanê me. Ev tiştekî gelek giring e, nabêje ez xelkê başûr im yan bakur, nabêje ez xelkê Kirmaşanê me yan Qamişlo.

Pêwîst e em vê pêşketinê baştir biparêzin ji bo yekrêzî û hevkariya di kar û xebatên siyasî û çandî de.

Mijara giring di niha de avakirina eniyeke Kurdistanî ye ji bo hemû partiyên her çar beşên Kurdistanê û kesayetiyên derveyî welat, ji bo ku em feraseta nîştîmanî li ser pirsgirêkên hevpar ava bikin.

Di roja damezrandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de li 01.06.2026’an, birêz Bafil Celal Talebanî bangewaziya wî projeyî kir. Neyarên Kurdan em wekî yek dibînin, pêwîst e em jî bibin yek û yekdest.

*Hûn nêzîkbûna hikûmetên Sûriyê, Tirkiyê, Îranê û Iraqê li hember pirsgirêka Kurdan çawa dinirxînin?

‎ Sedemên ku Kurdistan li ser wan hatî dabeşkirin, niha di rewşeke din de ne; Sûriyeya îro ne Sûriyeya Esed e, Iraqa îro ne Iraqa serdemê Sedam Husên e. Derbarê pirsa Kurd de guhertin û têgihiştin çêbûne. Vekirin heye, lê ne di asteke pêwîst de ye.

Di rabirdûyê de, welatên dagirkerên Kurdistanê gelek hewl dan ku bi hev re yan jî cuda Kurdan ji holê rakirin. Cênosîd û tawanên dijî mirovahiyê encam dan, lê Kurd li ser xaka xwe ma û ji bo Baasiyan jî tenê dîrokeke tarî ma.

Peymana tawan li dijî Kurdan sernakeve. Îsal xefik û plan li ser Rojavayê Kurdistanê hebûn; tundrewên Sûriyeyê û çend welatên erebî jî piştgiriya wan dikir û dixwestiyan xweseriya Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin, lê nekarîbûn encam bigirin. Ji ber ku îradeya gelê Kurd bihêztir bû û piştgirî ji bo gelê me heye.

*Herî mezin astengên ku Kurd niha pê re rû bi rû ne çi ne?

Asta astengiyan ji parçebûna hêzên siyasiyên Kurdî, pêwîst e lez bi çêkirina metbaxeke siyasiya Kurdistanî ji bo karê hevpar bê kirin.

Li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistan pêwîst e xizmetguzarî ji xelkê re bê pêşkêşkirin. Rewşa rêyan, elektrîk, av, perwerde û tenduristiyê baştir bibe.

Xebata dîplomasî pêş bixevin, ji ber ku biryar û îradeya navdewletî di yekalîkirina hevkişînan de giring e. Ji bo nimûne, eger îradeya navdewletî tune be, dagirkerên Kurdistanê defaktoya îro bi hêsanî qebûl nakin. Pêwîst e em xebatê bikin ji bo ku zihniyeta van welatan biguherînin û di heman demê de peywendiyên xwe bi dostên xwe yên navdewletî re biparêzin.

*Şer û aloziyên herêmî heta çi radeyê li ser pêşeroja pirsgirêka Kurdan bandor dikin?

Kurd di şer, xebat û şoreşê de xwedî ezmûneke mezin e. Welat dizanin ku îradeya gelê me nayê şikandin. Mekanîzmaya herî baş rêkeftin, guftûgo û pejirandina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Kurdistanê ye.

Şer xizmeta ti aliyekî nake; şer hat ceribandin û pirsgirêk çareser nekirin. Bi aştiyê hemû pirsgirêk çareser dibin û gelên herêmê dikarin bi hev re bijîn ku pêşerojeke baştir ji bo nifşê niha û nifşên paşerojê jî bê misoger kirin. Ev erka me hemûyan e, bi taybetî erka dewlet û hikûmetan e ku zemînek zêdetir ji bo karê hevpar amade bikin.

Kurd tu carî nexwestiye bi çekan çareseriyê bibîne, lê dema dixwazin te komkuj bikin, tu jî neçarî ku bergiriya hebûna xwe bikî.

*Nêrînek an helwesteke yekgirtî ya Kurdî ji bo rûbirûbûna van astengan heye?

Her beşek ji beşên Kurdistanê taybetmendiya xwe heye, alî pêwîstiya wan bi alîkariya hev heye, lê divê destwerdan di karûbarên hev de neyê kirin. Yanî eger Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya wê bi piştgiriya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) hebe, em wekî erka xwe dibînin ku em bixebitin da ku piştgiriya bira û xuşkên xwe bikin. Lê em naçin destê xwe bixin nav karûbarên wan ên navxweyî û wan perçe nakin.

Cudahiya Yekîtiyê ev e; piştgiriya beşên din ên Kurdistanê dike, lê tevlîhevî û dabeşbûnê di navbera wan de çênake.

Rojava bixwe azad e ka çi formekî xebatê û karkirinê ligel Şamê bi rêve dibe.

Erka aliyên din nîne ku rêyê nîşanî wan bide.

Di Parlementoya Kurdistanê de şanaziya wê yekê li cem me hebû ku bi biryarekê me kantonên Rojavayê bi fermî nas kirin û em ji bo wê xebitîn. Di biryara Parlementoya Kurdistanê de hatiye ku heval azad in çi formekî rêveberiyê pêş dixin, û em bi fermî nas dikin û dê alîkarê wan bin.

*Li gorî we, senaryoyên herî muhtemel ênqonaxa pêş de çi ne?

Pêşeroja rûdanan baş nabe eger pirsa aştiyê li Tirkiyeyê bê paşxistin. Ji ber wê ez behsa vê mijarê dikim, çunkî bandora wê li ser hemû Kurd, Kurdistan û herêmê jî heye.

Çareseriya pirsa Kurdî li Tirkiyeyê mifteya çareseriya pirsa hemû Kurdan e li Rojhilata Navîn.

Asteng li ber pêvajoya aştiyê gelek in, şovenîst aştî û aramiyê di berjewendiya xwe de nabînin, lê qonaxeke nû hatiye pêş. Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) serkeftina pêvajoya aştiyê bi giring dibîne û çi bikeve ser milê me ji bo wî mijarî, em ê alîkar bin.

Hevdîtina dawî ya birêz Qubad Talebanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê beşekî wê yê giring li ser pirsa çareseriyê û pêvajoya aştiyê bû.

Yekîtî di nav hemû hêzên Kurdistanê de faktorê hevkariyê û hevîrtê biratiyê ye; ji bo vê xebitiye û dê bixebite jî.

Serdemê komkujiya Kurdan û serdemê siyasetên înkarê îflas kir; niha serdemê biratî û hevkariyê ye.

Di vê pêvajoyê de jî îradeya gelê me dê serbikeve û pêşeroj jî her ji bo gelê Kurdistanê ye.

(ha)