Li Çilaxa elektirîk biha bûye û şênî nikarin kartên elektirîkê dagirin

Şêniyên Çilaxayê li beramberî biryara bihabûna elektirîkê ne razîne û gotin: "Bila Gerînendetiya Elektirîkê li biryara xwe vegerê û li gorî rewşa wan biryaran bigire."  

 Li Çilaxa elektirîk biha bûye û şênî nikarin kartên elektirîkê dagirin
 Li Çilaxa elektirîk biha bûye û şênî nikarin kartên elektirîkê dagirin
 Li Çilaxa elektirîk biha bûye û şênî nikarin kartên elektirîkê dagirin
 Li Çilaxa elektirîk biha bûye û şênî nikarin kartên elektirîkê dagirin
 Li Çilaxa elektirîk biha bûye û şênî nikarin kartên elektirîkê dagirin
 Li Çilaxa elektirîk biha bûye û şênî nikarin kartên elektirîkê dagirin
 Li Çilaxa elektirîk biha bûye û şênî nikarin kartên elektirîkê dagirin
29 hezîran, 2026   05:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gerînendetiya Elektirîkê li parêzgeha Hesekê destpêka demsala havînê biryar da ku elektirîkê biha bike. Li bajarê Çilaxayê projeya saetên elektronîk bi dawî bû û êdî şênî ji bo elektirîkê bigirin, kartên xwe yên elektirîkê dadigirin.

Li gorî buhayê nû karteke elektirîkê ya 300 kîlowat ji 106 hezar lîreyê sûrî bû 180 hezar. Kartê 300 kîlowat pêdiviya şêniyan a elektirîkê pêk nayîne û divê ev kart 2 mehan têra wan bike. Heke 300 kîlowat têra şêniyan neke û neçar bimînin dîsa karta xwe dabigirin, dê ziyanê bibînin, ji ber bihabûna kartê zêdetir dibe. Her wiha buhayê 750 kîlowat bûye derdora 810 hezar lîre.

Buhayê elektirîkê gelekî neyînî bandor li ser jiyana şêniyan kiriye. Bi taybet bandor li taxa Selahedîn a bajarê Çilaxayê û Çilaxa Gemer kiriye.

Welatiya bi navê Nûra Elî Abdulrehman ji ajansa me re axivî û got: "Buhayê kartên elektirîkê li ser me giraniyeke mezin çêkiriye. Xwişka min nexweşiya sinir pê re heye, ez neçar mam pere deyn bikim û karta elektirîkê dagirim. Ez bawer nakim ez ê bikarbim meha tîrmehê karta elektirîkê dagirim. Em ji aliyên têkildar dixwazin biryara xwe vegerin û li gorî şert û mercên me biryaran bigirin."

Mihemed Ebdulkerîm El Kerîm rewşa xwe anî ziman û wiha pê de çû: "Ez li Çilaxa jiyan dikim, projeya saetên elektronîk ji bo me baş bû û pirsgirêka me ya elektirîkê çareser kir. Lê piştî elektirîk biha bû, me fêde ji projeya saetên elektirîkê negirt. Ez nikarin karta elektirîkê dagirin û pereyên min nînin ku ez tabloyên rokê ji xwe re bikirim."

Nîdal Ebdulzahir anî ziman ku ew di xema peydakirina nan û xwarinê de ne û wiha pê de çû: "Em nema dikarin karta xwe ya elektirîkê jî dagirin. Em ji aliyên têkildar dixwazin ku li biryara xwe vegerin. Pêdiviya me bi elektirîkê heye û gelek karê me li ser elektirîkê ye. Bi taybet em niha di demsala havînê de ne û hewa gelekî germ e."

Şêniyên Çilaxayê û gundewarên wê ji bo elektirîkê peyda bikin neçarin karta elektirîkê dagirin. Komîteya jeneretoran a girêdayî Şaredariya Gel a Çilaxa piştî projeya saetên elektronîk bi dawî bû biryar girt ku tenê di rewşên awarte de jeneratoran vêxin û li gorî mazotê didin xwediyên jeneratoran. Şêniyên Çilaxayê jî neçarin ku pêdiviya xwe ya elektirîkê bi riya kartan pêk bînin.

(np)

ANHA