Li ‘Çargoşeya Ewlehiyê’ ya berê geşbûna avahîsaziyê

Bi saya guhpêdana Rêveberiya Xweser "Çargoşeya Ewlehiyê" ya berê ya bajarê Hesekê ku berê sembola zilmê bû, veguheriye navendeke aborî û avakirinê.

2 kanûn, 2025   05:05
HESEKE
BOTAN HISÊN

Li herêma ku berê wek "Çargoşeya Ewlehiyê" ya bajarê Heseke dihat nasîn, ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve (8 Kanûn 2024) de veguherîneke bingehîn a avahîsaziyê pêk hat. Îro, ev herêm yek ji deverên herî zindî û geşbûyî yên bajêr e, bi saya guhpêdana ku Rêveberiya Xweser daye xizmetên giştî.

Berî hilweşîna rejîma Baasê, ev herêm bi awayekî sîstematîk hatibû paşguhkirin ku vê yekê bandor li ser hemû aliyên jiyanê kir: binesaziya xirab, xizmetên kêm, rawestandiya bazirganiyê, û valahiya ewlehiyê ku hişt karsaz û bazirgan ji wê deverê bar bikin û li herêmên ewletir û aramtir bigerin.

Piştî hilweşîna rejîma berê, saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiya vê herêmê girt ser xwe û rewş bi tevahî guherî. Rêveberiya Xweser girîngiyeke taybet da vê deverê, dest bi ji nû ve sererastkirina kolanên herêmê û binesaziya wê kir.

Van hewldanan hawîrdoreke guncaw afirand ku şênî û karsaz berê xwe bidin vê deverê û sermayeya xwe bixebitînin, bi vî rengî çalakiyên aborî û avakirinê yên herêmê geş bûn.

Li gorî Nivîsgeha Lêkolînê ya Şaredariya Gel a Hesekê, ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve, 300 destûrname ji bo xebatên li herêmê hatine dayîn, wekî vekirina xwaringeh, kafe, dikan û ofîsên pevguhertina pereyan, her wiha 6 destûrên avakirinê hatine dayîn.

Serokê Beşa Lêkolînan a Şaredariya Gel, endazyar Ehmed Şêxmûs diyar kir ku ev hejmara mezin ji destûrnameyan nîşan dide ku gel bi awayekî mezin veberhêneriyê li herêmê dike.

Şêxmûs da zanîn ku jinûve vekirina vê rûberê li pêş welatiyan piştî serdemek ji îzolekirinê hişt ku daxwazên çalakiyên bazirganî û xizmetguzarî zêde bibin.

Li gorî daneyên Nivîsgeha Lêkolînê, ev pêşketin bû sedema zêdebûna rêjeyên avakirinê. Nivîsgehê diyar kir ku rêjeya avahiyên ku bi şêwaza kevneşopî ya rojhilatî ji sedî 60 heta 70 zêde bûye, her wiha şêwaza avakirina bazirganî ji sedî 70 heta 80 zêde bûye.

(k)

ANHA