Jinên koçber: Em ê dev ji mafê xwe yê vegera li Efrînê bernedin

Jinên koçber ên ji Efrîn û Şehbayê êşên koçberiyê yên 7 salan vegotin. Jinan diyar kir ku ev êşên dijwar ew ji mafê wan ê vegera li malên xwe dûr nexistine.

Jinên koçber: Em ê dev ji mafê xwe yê vegera li Efrînê bernedin
Jinên koçber: Em ê dev ji mafê xwe yê vegera li Efrînê bernedin
Jinên koçber: Em ê dev ji mafê xwe yê vegera li Efrînê bernedin
Jinên koçber: Em ê dev ji mafê xwe yê vegera li Efrînê bernedin
2 kanûn, 2025   07:45
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Di ser koçberiya duyem ya xelkê Efrîn û Şehbayê re salek derbas bû. Jinên koçber mafê xwe yê vegera li gund û herêmên xwe bi bîr xist û da zanîn ku ev maf tenê bi vekişîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji xaka wan dê pêk were. 

Zîlan Mehmûd jineke koçber e ku niha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî û got: "7 sal e em ji malên xwe koçber bûne û salek e em êşa koçberiya duyemîn a ji Şehbayê dikişînin. Me hêvî dikir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê di dawiya sala borî de vegerin herêma xwe, lê hêviyên me careke din şikestin.”

Zîlan Mehmûd wiha dewam kir: "Em hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji tiştên ku me kişandine berpirsiyar dibînin. Divê ew tedbîrên pêwîst û lezgîn bigire û pirsgirêka koçberan çareser bike û divê ew nekeve bin bandora berjewendiyên ajendayên biyanî. "

Gulistan Mistefa jî der barê mijarê de got: "Dîrok şahid e ku gelê Efrînê, ji aliyê dagikeriya Tirk û çeteyên wê ve rastî polîtîkayên tunekirina nasname û çandê hatiye. Êrişeke hovane ya bejahî û hewayî hate destpêkirin, êrişeke ku nayê bawerkirin. Ev trajedî par jî dubare bû, û em neçar man ku piştî têkoşîna zêdetirî 7 salan, ji Şehbayê birevin."

Gulistan Mistefa wiha dewam kir: "Em ê êşa ku me kişandiye qet ji bîr nekin û ev yek dê me ji berdewamkirina berxwedana xwe dûr nexe heta ku em vegerin herêma xwe di bin parastina Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de. Em hebûna dagirker û çeteyên wê bi tundî red dikin, û em her weha hikûmeta demkî red dikin, vê kimûmetê îspat kiriye ku nekariye ewlehî û aramiyê li herêmên di bin kontrola xwe de bi dest bixe."

Koçbera bi navê Zeyneb Xelîl jî got: "Berê me li Efrîê bû, lê planên dagirkeriyê yên ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve hatine amadekirin em neçar kirin ku rêya xwe biguherînin. Çi qas em ji axa xwe dûr bin jî, em ê dev ji mafên xwe bernedin û em ê bê guman vegerin wir. Çi qas dagirker bihêz be jî, ew ê nekarin me ji koka me dûr bixin û nasnameya me nayê tunekirin, ew ê zindî bimîne.

Zêdetirî 120 hezar koçber ji Efrîn û herêma Şehbayê di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker berê xwe da deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

(k)