Li Canberrayê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina êrişên li ser gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, li ber parlamentoya li bajarê Canberra yê Awûstralyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Li Canberrayê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin
5 sibat, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Awûstralyayê li gel dostên xwe li Canberrayê civiyan û fikarên xwe yên li ser Rojava nîşan dan.

Senatorê Green Party David Shoebridge beşdarî çalakiya şermezarkirinê bû û anî ziman ku divê destketiyên Rojava bêne parastin. Senator David Shoebridge diyar kir ku gelê Kurd bi berdêlên giran ev destketî bi dest xistin.

Endamê Meclisa Konseya Rojava Navîn a NSW'ê Îsmet Taştan, Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk Brûsk Aeiveri û Berdevkê KNK'ê Heval Herkî li çalakiyê axivîn û destnîşan kirin ku gelê Kurd ji her demê bêhtir pêwîstiyê bi yekitiyê dibîne û ji bo parastina Rojava banga yekîtiyê li gelê Kurd û dostan kirin.