Li Tertûsê di qezayekê de 2 kes mirin, 10 birîndar bûn

Duh êvarî li deriyê bû Efsa yê başûrê Tertûsê trênek li wesayîta karkeran qelibî. Di encamê de 2 kes mirin û 10 jî birîndar bûn.

Li Tertûsê di qezayekê de 2 kes mirin, 10 birîndar bûn
5 sibat, 2026   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li deriyê Ebû Efsa ya li başûrê bajarê Tartûsê trênek li wesayîteke "Pickup" a karkeran qelibî. Di encamê de 2 kes mirin û derdora 10 kes jî birîndar bûn.

Qeza dema ku trên ji Humsê diçû Tertûsê pêk hat.

Li gorî agahiyan, navên kesên mirine Dawud Ehmed û Necim Şedûd ne. Birîndar veguhestin Nexweşxaneya Wetenî ya Tertûsê. Hate zanîn ku birînên wan giran in.

(b)