Li Bruksel û Sydneyê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava

Li ber Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê û li Sydneyê li dijî êrişên li ser Rojava çalakî hatin lidarxistin.

Li Bruksel û Sydneyê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava
26 ÇILE, 2026   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Sydney ê Awistralyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Ciwanên Kurd ve çalakiyek hate lidarxistin û êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin şermezarkirin û girêdayî seferberiya neteweyî banga xwedîlêderketinê hate kirin.

Ciwanê bi navê Baran Sogut li ser navê Komeleya Ciwanên Kurd axivî û ev yek anîn ziman: “Gelê Kurd bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye. Em ê bibin dengê gelê xwe û têkoşîna gelê xwe ya ji bo azadiyê.”

Nûnerê KNK’ê Tîmûr Tatwan jî di çalakiyê de got: ‘’Weke gelê Kurd ê li çar perçeyên Kurdistanê, ger em naxwazin sedsaleke din bêyî statu û di bin êrişên komkujiyê de derbas bikin, em neçar in ku heya ku em ji seferberiya neteweyî encamekê distînin bê navber çalakiyên xwe bidomînin.’’

Her wiha senatorê Partiya Keskan David Shoebridge, parlamenterê Partiya Karekaran Charishma Kaliyanda, nûnera rêxistina civakî ya bi navê International Progressive Larissa Payne, nûnerê Tifaqa Sosyalîst Pip Hinman, edîtorê rojnameya Grenleft û serokê Komîteya Piştevaniya li gel Rojava Peter Boyle û hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Awistralyayê Birûsk Ayverî jî di çalakiyê de axivîn û êrişên li ser Rojava şermezar kirin.

LI BER PARLAMENTOYA EWROPAYÊ ÇALAKΠ

Li ber Parlamanta Ewropayê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê jî li dijî êrişên li ser Rojava çalakî hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li Qada Luksemburgê kom bûn, dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava berz kirin û êrişên çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakvanan, helwesta dewletên Ewropayê rexne kir û daxwaza rawestandina êrişên leşkerî yên li ser Rojava kir. Her wiha di çalakiyê de daxwaza naskirina statuya siyasî ya Rojava û parastina şoreşa jinan hat kirin.

Di daxuyaniyekê de ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hat dayîn, hat diyarkirin ku êriş ji 6’ê Çileyê ve zêdetir bûne, tevî agirbestê jî êriş berdewam dikin û dewleta Tirk piştgiriya hewayî dide van êrişan.

Hat gotin ku Kobanê di bin dorpêçê de ye û bi deh hezaran sivîl neçar mane ku dîsa koçber bibin.

Hat destnîşan kirin ku êrişên li dijî jinan bi zanebûn û sîstematîk in û ev polîtîkayeke wêrankirinê ye li dijî pergala demokratîk û laîk a ku ji hêla jinan ve tê birêvebirin.

Çalakî bi bangên ji bo rawestandina êrişan, naskirina statuya Rojava û parastina şoreşa jinan bi dawî bû.