Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx: Em di xizmeta gelê xwe de ne

Şêx Nebî Hemî diyar kir ku ew alîkariya gelê xwe dikin û li gorî derfetan çi ji destê wan were ew ê xizmeta gel bikin.

Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx: Em di xizmeta gelê xwe de ne
Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx: Em di xizmeta gelê xwe de ne
Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx: Em di xizmeta gelê xwe de ne
Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx: Em di xizmeta gelê xwe de ne
Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx: Em di xizmeta gelê xwe de ne
Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx: Em di xizmeta gelê xwe de ne
Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx: Em di xizmeta gelê xwe de ne
Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx: Em di xizmeta gelê xwe de ne
26 ÇILE, 2026   17:14
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Ji rêveberên Komeleya Xêrxwaziyê ya Şêx, şêx Nebî Hemî têkidarî alîkariya ku li gel belav dikin, ji ajansa me re axivî.

Şêx Nebî Hemî diyar kir ku ew 5 kes in ku li hev kom bûne û ew di nava hev de alîkariyê kom dikin û li gel belav dikin û wiha got: "Me duh dest bi belavkirina şîrê zarokan kir. Em bi komeleyê alîkariya gel dikin, ji bo ku gelê me zehmetiya nekişîne. Wekî tê dîtin, Kobanê ji her alî ve dorpêçkirî ye. Her tişt kêm bûye. Me dît ku divê em şîrê zarokan li gel belav bikin û me ji duh ve dest bi belavkirina şîr kiriye.”

Şêx anî ziman ku wan ev komeleya alîkariyê ji bo gel daye avakirin û wiha got: "Em her tim di xizmeta gelê xwe de ne û çi ji destê me derkeve, em ê xizmet bikin. Rast e Kobanê zêdetirî hefteyekê ye di nava dorpêçeke herî giran de ye. Ji ber vê yekê gel di nava dorpêçê de dijî. Em jî dixwazin hemû pêdiviyên jiyanê li gorî derfetên heyî li gelê xwe belav bikin.”

Şêx Nebî Hemî bang li hemû gelê azadîxwaz kir ku xwedî li gelê Kobanê derkevin, ji ber ku gel di nava dorpêçeke herî giyan re derbas dibe û alîkariya gel bike.

ANHA