Balafirên ÎHA û SÎHA yên Tirkiyeyê gundên Kobanê bombebaran dikin

Şervanên YPJ, YPG û QSDˊê li bajarê Çelebiyê yê Kobanê derbên giran li çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker ku dixwestin pêş de werin, xistin. Balafirên ÎHA û SÎHA yên dewleta Tirk jî piştgiriya wan dikin, bajarê Çelebiyê, Xirab Hişkê û Zêrikê bombebaran dikin.

Balafirên ÎHA û SÎHA yên Tirkiyeyê gundên Kobanê bombebaran dikin
26 ÇILE, 2026   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Çelebiyê yê Kobanê ku xwestin pêş de werin, derbên giran xwarin. Şervanên YPJ, YPG û QSDˊê çete li Çelebiyê tengav kirin, derbên giran li wan dan. Çeteyan piştgiriya balafirên dewleta Tirk a dagirker xwestin. 

Çavkanî da zanîn ku balafirên ÎHA û SÎHA yên dewleta Tirk a dagirker bajarê Çelebiyê, Xirab Hişkê û Zêrikê bombebaran dikin.

Li eniya gundê Kork ê Kobanê jî çeteyan êriş kir, xwest derbas bibin, şervanên YPJ û QSD bersiv da, hewldana wan têk bir.

Êriş û bombebaran dewam dikin.

(fr)