Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
Endamên Kevana Zêrîn, koroya Widerklang Chor û endamê YJK-E'yê di çarçoveya 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re' li Berlînê performansek pêşkêş kirin.

Di çarçoveya pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî' ku 10'ê Cotmeha 2023'an destpê kir, di navbera 15-22'ê Hezîranê de di bin navê 'Rojên diyaloga bi Abdullah Ocalan re' li gelek bajaran çalakî têne lidarxistin. Li paytexta Almanya Berlînê Kevana Zêrîn û koroya Widerklang Chor bi endamên Yekîtiya Jinên Kurd a li Almanyayê (YJK-E) li qada Mariannenplatzê di çarçoveya 'Rojên diyaloga bi Abdullah Ocalan re' li dijî tecrîd, îşkence û sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê performansek pêşkêş kirin.
Jinên Kurd û enternasyonal li ber strana 'Amara' performansa xwe nîşan dan û strana 'Navê we' ya Awazê Çiya gotin.
Piştî performansê kaxizên biçûk ên li ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan hatin nîşandan. Jin bi vî rengî dixwazin fikrên Rêberê Abdullah Ocalan li nava hemû gelan belav bikin.