Li berava Lîbyayê 18 kes xeniqîn

Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Penaberiyê, li berava Lîbyayê 18 kes xeniqîn û 64 kes jî hatin rizgarkirin.

Li berava Lîbyayê 18 kes xeniqîn
28 cotmeh, 2025   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Navneteweyî ya Penaberiyê da zanîn ku keştiyeke textî ku bi dehan penaber tê de bûn noq bû. Di encamê de 18 kes xeniqîn û 64 kes jî hatin xelaskirin.

Rêxistinê diyar kir ku ji nav kesên hatine rizgarkirin 29 mêr, jinek, zarokekî Sûdanî, 18 welatiyên Bangeladişê, 12 Pakistanî û 3 Somalî bûn. Der barê yên xeniqîne de, tu agahiyên li ser nasnameyên wan nehatin zanîn.

(mh/fr)