Şandeyek ji rêxistinên civaka sivîl ên Ewropayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir

Bi armanca şopandina rewşa meydanî, siyasî û rêveberî ya di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, şandeyek hevbeş a rêxistinên civaka sivîl ên Ewropayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê kir.

Şandeyek ji rêxistinên civaka sivîl ên Ewropayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir
28 cotmeh, 2025   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro şandeyeke hevbeş a ji rêxistinên civaka sivîl ên Ewropayê pêşwazî kir. Armanc ji serdana şandeyê ew e ku rewşa meydanî, siyasî û rêveberî ya di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bişopîne.

Şandeya hevbeş ji nûnerên Meclisa Koordînaya Konfedralî ya Ewropa, Yekitiya Parêzerên Kurd li Almanyayê, Rêxistina Civaka Kurd li Almanyayê, Yekitiya Jinan a Kurdistanî ya li Ewropayê pêk tê. Şande ji hêla hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Fener Kiêt û cîgira hevserokatiyê Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de rewşa giştî Sûriyeyê, nexasim rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku modela pêşeng a rêvebiriya xwecihî ye û rola pêşeng a jinan di saziyên sivîl û leşkerî de hatin nîqaşkirin.

Desteya Serokatiyê ya Daîreya Têkiliyên Derve diyar kir ku "Projeya Rêveberiya Xweser nûnertiya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê dike" û armanca wê" çareseriyeke siyasî ya berfireh pêk bê ku mafên tevahî Sûriyeyiyan di destûra nû de were misogerkirin." Her wiha desteyê destnîşan kirin ku "Diyaloga bi hikumeta Şamê re ji bo pêkanîna peymana 10ˊê Adarê dewam dike, da ku îstîqrar, aştiya navxweyî û mafên tevahî pêkhateyan pêk bê."

Şandeya Ewropî jî diyar kir ku armanc ji serdanê hevkarî û koordînaya di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên civaka sivîl ên Ewropî de bi pêş bixin, torên peywendî û projeyên hevbeş ava bikin û di nava Parlamentoya Ewropayê (PE) de lobiyekê, ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser ava bikin.

(fr)