Di êrişa çekdarî ya li Humsê de welatiyek birîndar bû

Di êrişa çekdarî ya nenasan a li taxa Ermen a bajarê Humsê de, welatiyek birîndar bûn.

Di êrişa çekdarî ya li Humsê de welatiyek birîndar bû
28 cotmeh, 2025   22:51
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê diyar kir ku di êrişa çekdarên nenas a li bajarê Humsê de welatî Mihemed Îbrahîm Hezîm (50) bi guleyekê di sîngê xwe de birîndar bû.

Nûçegihan aşkera kir ku bûyer li taxa Ermen a li nêzî Dibistana Îmam Elî Bin Ebî Talib rû da, welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Zehra ya Wetenî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li bajarên di bin kontrolê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de bi taybet li bajarê Humsê bûyerên tevliheviyê, êrişên çekdarî zêde dibin.

(fr)