Li ber baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî êirşa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat şermezarkirn

Şêniyên Hesekê li ber baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li taxa Xiwêran xwepêşandanek li dar xistin û êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.

10 ÇILE, 2026   19:48
HESEKE

Şêniyên Hesekê ji bo piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandan li çerxerêya El Newar dest pê kir û ber bi derdora baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li taxa Xiwêran ve çû. Xwepêşanderan daxwaza rawestandina êriş û komkujiyan kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku destwerdan bikin da ku sivîlan biparêzin û êriş û binpêkirinan rawestînin.

Girseya gel dirûşmeyên ku daxwaza bidawîanîna dorpêç û êrişan dikin berz kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember çeteyên Hikûmeta Demkî anîn ziman.

Piştî ku girseya gel gihişt ber baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî, li ser navê girseyê Berfîn Ehmed axivî û bang li hêzên navneteweyî kir ku tavilê destwerdanê bikin da ku komkujî û binpêkirinan rawestînin.

Berfîn qehremanî û fedakariya gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir.

Di dawiya çalakiyê de, beşdaran êrişên berdewam şermezar kirin û diyar kirin ku çalakiyên wan ên girseyî heta ku êriş rawestin û parastina sivîlan were misogerkirin, wê berdewam bikin.

(k)