Vaye rastiya çeteyan: Bêrêziya li hemberî cenazeyan û binpêkirina pîvanên şer

Dîmeneke ji Helebê rûyê rastîn ê çeteyan ku tu pîvanên exlaqî û mirovî nas nakin, careke din raxist ber çavan. Çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî û dewleta Tirk, cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmequsd û Eşrefiyê ku şer de şehîd bûye, ji qata sêyan a avahiyekê diavêjin.

Vaye rastiya çeteyan: Bêrêziya li hemberî cenazeyan û binpêkirina pîvanên şer
10 ÇILE, 2026   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî yên ku perwerdeya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, dîmenek ji taxa Şêxmeqsûdê parve kir.

Dîmenê ku sûcên şer piştrast dike ku çete bêrêziyê li cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin û bi gotinên "Allahu Ekber" cenaze ji avahiyekê diavêjin.

Heya niha nasnameya endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn nehatiye diyar kirin. Lê çeteyan destnîşan kir ku yê sekvanekê ye ku bi tena xwe bi saetan li ber xwe daye ta şehîd bû.

Dîmen ku bi lez di medyaya dîjîtal belav bûye, bû cihê nerazîbûnên mezin.

(b)

ANHA