Nîşaneya ku dewleta Tirk di êrişan de cih digire

Balafireke biçek û bêmirov (SÎHA) a dewleta Tirk a dagirker, mewziyek QSD’ê bombebaran kir. QSD’e ev yek wekî hilkişînek xeternak a berfirehkirina pevçûnan nirxand.

Nîşaneya ku dewleta Tirk di êrişan de cih digire
10 ÇILE, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin: 

“Vê êvarê saet di 18.00’an de SÎHA’yek Tirkiyeyê ya bi tîpa Akinci, li herêma neftê ya Thawra ku dikeve başûrê bajarê Tebqayê, kozikek (Mewzî) leşkerî ya hêzên me bombebaran kir. Di êrişê de ziyana madî çêbûye. 

Ev yek piştrast dike ku dewleta Tirk rasterast mudaxeleyî Suriyeyê dike û dibe hilkişînek xeternak ku gefa berfirehbûna pevçûnên heyî, çêdike.”

(a)

ANHA