Bakirhan bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir

Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, têkildarî êrişên Îranê û komên girêdayî wê, bi serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.

Bakirhan bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir
9 adar, 2026   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, têkildarî êrişên Îranê û komên girêdayî wê yên li ser Başûrê Kurdistanê, li ser telefonê bi serokê demborî yê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî. Têkildarî naveroka hevdîtinê DEM Partiyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di hevdîtinê de Bakirhan êrişên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirine û wiha hate gotin: “Ji bo xizmên xebatkarê ewlehiyê yê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê di encama êrişa bi ÎHA’yan de hatibû qetilkirin û gelê Kurdistanê sersaxî hate xwestin. Bakirhan, hestiyariya partiya me ya ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir û got ‘Hûn bi tenê nîn in, guh û çavên me li we ne. Em êrişa li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”