Li başûrê Yemenê li dijî Hûsiyan êrişa hewayî

Piştî Hûsiyan gefa girtina Tengava Bab El Mendibê xwar, dronekê li başûrê Yemenê êrişî rampa avêtina mûşekan kir.

Li başûrê Yemenê li dijî Hûsiyan êrişa hewayî
20 nîsan, 2026   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehî ragihand ku dronek ku tê texmînkirin a Amerîkayê ye li parêzgeha Ebîn a başûrê Yemenê êrişî rampa avêtina mûşekan a girêdayî Hûsiyan kir.

Çavkaniyan diyar kir ku li hembera Burkan a Gerînenedetiya Mikêras a di bin kontrolka koma Hûsiyan de dronekê rampa livîner bombebaran kir. Niştecihan da zanîn ku wan dengê teqînan li gerînendetiyê bihîstiye.

Herêma Burkanê li devereke çiyayî ya di navbera parêzgehên Ebîn û El Beydayê de ye û bi ser Deryaya Ereb dikeve. Berê ji wê deverê bi mûşekan êrişî keştiyên li Kendava Edenê dihat kirin, piştre bû cihekî leşkerî ya rampayan, depokirin û navendên operasyonên pêşketî.

Ev pêşketin hehwextî gefa Hûsiyan a girtina Tengava El Mendibê tê, di heman demê de jî rewşa di navbera Amerîka û Îranê de aloz e

(ac/fr)

ANHA