Malbatan daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe yên dîlgirtî kir

Malbatên dîlgirtiyan ên bajarê Girkê Legê ji bo aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe û berdana wan çalakiyekê li dar xist.

Malbatan daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe yên dîlgirtî kir
Malbatan daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe yên dîlgirtî kir
Malbatan daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe yên dîlgirtî kir
Malbatan daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe yên dîlgirtî kir
Malbatan daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe yên dîlgirtî kir
20 nîsan, 2026   19:08
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Girkê Legê bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe û berdana wan çalakiyek li Qada Şehîd Xebat li dar xist.

Malbatên dîlgirtiyan ên bajarê Girkê Legê bi daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîlgirtî ne û berdana wan li Qada Şehîd Xebat xwepêşandanek li dar xist.

Malbatan wêneyên zarokên xwe û pankartên bi daxwaza berdana wan û bidawîkirina êşên malbatan hildan. Malbatan da zanîn ku berdewama girtina wan ji dema êrişên Çileyê ve fikarên malbatan û êşên wan zêde kirin.

Malbatan hikumeta demkî ya Sûriyeyê berpirsa derengxistina bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê dît, bi taybet jî benda girêdayî dîlgirtiyan.

Di dawiyê de malbatan got ji ber berdewama girtina zarokên wan û metirsiya li ser jiyana wan ew derdikevin qadan û heta pêkanîna daxwaza wan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

(fr)

ANHA