Li başûrê Tirbespiyê cenazeyê kesekî kuştî hat dîtin

Li başûrê gundê Heso Ratla li gundewearê Tirbespiyê cenazeyê kesekî bi guleyan hatiye kuştin hat dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dozgeriya Giştî dest bi lêpirsînê kirin.

Li başûrê Tirbespiyê cenazeyê kesekî kuştî hat dîtin
31 tebax, 2026   11:48
QAMIŞLO

şêniyên gundê Heso Ratla yê li gundewarê Tirbespiyê yê herêma Cizîrê cenazeyê zilamekî li başûrê gund dîtin. Piştî agahdarkirinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dozgeriya Giştî çûn cihê bûyerê.

Diyar bû ku cenaze yê Hesen Nefih El Hisên, 40 salî, xelkê Tirbespiyê ye, ku bi 3 guleyan hatiye kuştin.

Cebaze ji bo Nexweşxaneya El Murad hat veguhastin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dozgeriya Giştî lêpirsîn dan destpêkirin.

(k)

ANHA