Ji bo entegreyê Gerînendetiya Veguhestinê li Hesekê xebatên xwe da rawestandin

Navendên Gerînendetiya Veguhestinê ya girêdayî Rêveberiya Xweser li Parêzgeha Hesekê heta demeke nediyar, di çarçoveya rêkarên ji bo yekkirina saziyên îdarî û entegreya gerînendetiyê xebatê xwe da rawestandin.

Ji bo entegreyê Gerînendetiya Veguhestinê li Hesekê xebatên xwe da rawestandin
31 tebax, 2026   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro ji sibehê ve, navendên Gerînendetiya Veguhestinê li Parêzgeha Hesekê xebatên xwe yên pêşwazîkirina şêniyan rawestand. 

Ji wan xebatên ku hatine rawestandin, yên tomarkirina seyareyan, derxistin û nûkirina ruxsetan, kaxezên girêdayî mijarên qanûnî, lênerîna seyareyan, dayîn û pevguhertina numareyên seyareyan, belgeyên taybet û çêkirina lîsteyên seyareyan ne. Her wiha hemû rêkarên girêdayî xebatên gerînendetiyê hatin rawesandin,

Wê xebat heta temamkirina rêkarên girêdayî pêvajoya entegrasyona gerînendetiyê, yekkirina makanîzmeya kar bi Wezareta Veguhestinê re, girêdana toreya gerînendetiyê bi ya wezaretê re rawestandî bimîne.

Piştî rêzecivîn û hevdîtinên di navbera aliyên peywendîdar ve ku ev 2 roj li Hesekê tên lidarxistin, gerînende dest bi xebatên entegreya gerînendetiyê bi wezaretê kir.

Heta niha demeke ji bo careke din destpêkirina xebatên navendên gerînendetiyê nehatiye aşkarekirin.

(sb)

ANHA