Hejmarek firinên Qamişlo dest bi kar kirin; ji bo buhayê nan civînek tê lidarxistin

Piştî rawestandina firinan ji ber aloziya pereyên nû yên Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo çend firin careke din dest bi kar kirin. Heta niha encamê civîna ku li Şamê ji bo nîqaşkirina ser aloziya nan hatibû lidarixistin, nehatiye aşkarekirin. Wê ji bo danîna buhayeke din ji bo nan civînek were lidarxistin.

Hejmarek firinên Qamişlo dest bi kar kirin; ji bo buhayê nan civînek tê lidarxistin
31 tebax, 2026   11:12
QAMIŞLO

Di çend rojên dawî de li bajarê Qamişlo ji ber nebelavkirina ard li ser firinan ji hêla Rêveberiya Aşan ve, ku tenê bi pereyên nû ard dida, ew pere jî li sûkan nayê peydakirin, aloziyeke dijwar derket.

Ji bo dabînkirina nan ji bo welatiyan, hejmarek xwediyên firinan neçar man ku pereyên nû yên Sûriyeyê ji serfkarên pereyan bikirin, xwediyê firinan careke din dest bi çêkirina nan kir, lê li aliyeke din ji ber kirîna pereyên nû, serê her mîlyonekî 80 hezar lîre zirar dan.

Firinên ku careke din dest bi çêkirina nan kir navê wan wiha ne: El Sînaa, Curmiz, Hamo, 12 Adarê, Til Merûf, Huriyet Reşo, El Behterî, El Enteriyê, Fûad El Ewel, Dêrazor, El Wîam, Reşad Beg, Elaya , El Saed, El Necah, El Sebah, Nesir Sûriya, Xeza, El Bûlaziya û El Beyan.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekê ji Gerînendetiya Firinan li bajarê Qamişlo dane me, duh (30 Tebaxê) li Şamê ji bo dîtina çareseriyekê civînek hat lidarxistin, lê heta niha encamên civînê nehatine diyarkirin. Hîn jî Rêveberiya Aşan qebûl nake ku ard bi pereyên kevin an bi rêya bernameya “Sham Cash” bifroşe.

Bi dehan firinên li Parêzgeha Hesekê ji ber nedayîna ard, nebûna pereyên nû li sûkan ji bo kirîna ard ji Rêveberiya Aşan, neqebûlkirina Rêveberiya Aşan girtina pereyên kevin an kirîna bi rêya bernameya “Sham Cash” ji xizmetê derketibûn.

Li aliyeke din ji ber veguhestina sektora sotemeniyê ji bo saziyên hikumeta veguhêzê, piştî rawestandina dayîn mazota xizmetguzarî li Parêzgeha Hesekê tê payîn îro, ji bo danîna buhayeke din ji bo nan li bajarê Qamişlo civînek were lidarxistin.

Li gorî çavkaniyê, piştî rawestandina dayîna mazota xizmetguzarî ji bo firinan, wê buhayê nan were zêdekirin.

Çavkaniyê diyar kir ku ew dibînin ku rawestandina dayîna mazota xizmetguzarî wê bi awayeke neyînî bandorê li asta xizmetguzariyê bi taybet buhayê nan, kehrebeya jenratoran, tevgera çûn û hatina di nava bajaran bike. Heta niha ji hêla hikumeta veguhêz ve ji bo encamê rawestandina dayîna mazota xizmetguzarî û dîtina çareseriyekê ji bo vê pirsgirkê ti daxuyanî nehatine dayîn.

(sb)

ANHA