Li başûrê rojavayê Şamê teqîn

Çavkaniyekî xwecih diyar kir ku di encama teqîneke dijwar de zirarên madî yên mezin çêbûn û tê texmînkirin ku Îsraîlê Til El Şehim bombebaran kiriye. SOHRˋê diyar kir ku li başûrê rojavayê Şamê dengê teqînên xurt hat bihîstin.

Li başûrê rojavayê Şamê teqîn
2 ÇILE, 2025   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih ji gundewarê Şamê, di encama teqîna dijwar de zirarên madî çêbû. Çavkaniyan aşkera kir ku dibe ku Îsraîlê Til El Şehid ê li ser sînorê îdarî yê di navbera gundewarê Şamê û Quneyterayê de bombebaran kiribe.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêma Til El Şehîd a leşkerî ya li başûrê rojavayê Şamê dengê teqînên xurt hat bihîstin. SOHRˋê destnîşan kir ku heta niha nehatiye zanîn ku teqîn ji ber mayînekê ye, lê êrişên nû yên Îsraîlê ne.

(fr)