Xelkê Şêranê yê Kobanê tabûra Şehîd Dilovan ava kir

Xelkê bajarê Şêranê yê Kobanê ji bo bersivdana banga QSDˋê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tabûra Şehîd Dilovan ava kir.

Xelkê Şêranê yê Kobanê tabûra Şehîd Dilovan ava kir
Xelkê Şêranê yê Kobanê tabûra Şehîd Dilovan ava kir
Xelkê Şêranê yê Kobanê tabûra Şehîd Dilovan ava kir
2 ÇILE, 2025   18:47
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran û bombebaran dikin. Li hember êrişên dagirkeriyê gelên herêmê bersiva banga QSDˋê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a seferberiyê didin

Îro jî xelkê bajarê Şêranê yê Kobanê ji bo bersivdana banga QSDˋê û Rêveberiya Xweser bi navê Şehîd Dilovan tabûrek ava kir.

Welatiyê ji Şêranê Ehmed Miho Selah têkildarî mijarê li ser nave tabûrê daxuyaniyeke devkî da û got: "Em weke xelkê Şêranê bi navê Şehîd Dilovan tabûreke ji 7 salî heta bi 70 salî  ava dikin û tev li seferberiya giştî dibin. Bila bê bîra wan, çawa ku me di 2014`an de li Kobanê ew têk birin, car din em ê wan têk bibin. Bila ew çeteyên xwe bi ser me de neşînin, em li vir in. Em ê wan têk bibin. Ev axa me û welatê me ye. Em ê bi mal, bi can û rihê xwe li pişta şervanên xwe bin."

Selah wiha berdewamî da gotina xw: "Me çawa pozê DAIŞˋê li kobanê li erdê da, em ê çeteyên girêdayî dewleta Tirk jî wiha bikin. Çi dike bila bike, dibêje em ê Kurdan teva çeka wan têxin bin erdê.  Bav û kalên wan nikarîbûn em tune bikirana, bila Dêrsim bê bîra wan, ku çawa Kurdên me kirin bîran û bêton kirin, lê ew bêton hatin şikandin. Vaye dara azadiyê bilind bûye û em ê teqez bi ser bikevin. Gelê me ne gelê berê ye. Em hene, em ê wan tune bikin."

(sş/fr)

ANHA